Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov bi Kovîd-19ê ket

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku testa wî ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) pozîtîf derketiye.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov bi Kovîd-19ê ket

Peskov daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li nexweşxaneyê tê dermankirin ji mehekî zêdetir e ku bi Serokê Dewletê Vladimir Putîn ra hevdîtin nekiriye.

Peskov herî dawî ji hêla raya giştî va di civîneke ku Putîn di 30yê nîsanê da bi rêya vîdeokonferansê kir da hatibû dîtin.

Bi Serokwezîr Mihail Mişustin, Wezîrê Înşeatê Vladimir Yakuşev û Wezîra Çandê Olga Lyubimovayê ra Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin. Mişustin û Yakuşev li nexweşxaneyê tên dermankirin û Lyubimova jî li malê tê tedawîkirin.

Di daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê da hatibû ragihandin ku di 24 saetên dawîn da bi 10 hezar û 899 kesên din ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin û jimara waqieyan gihaşt 232 hezar û 243yan.

Di daxuyaniyê da hatibû ragihandin ku jimara miriyan li welêt 107 zêde bû û derket 2 hezar û 116an, jimara başbûyiyan jî 3 hezar û 711 zêde bû û derket 43 hezar û 512an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE