Berdevkê Talibanê: Li Efxanistanê em ê hikûmeteke hemû aliyan di xwe da dihewîne ava bikin

Berdevkê Talibanê: Li Efxanistanê em ê hikûmeteke hemû aliyan di xwe da dihewîne ava bikin

 Berdevkê Talibanê Zabîbullah Mucahîd li Kabulê civîneke çapemeniyê ya ku di nav da rojnamevanên jin, herêmî û biyanî jî hene li dar xist û pirsên wan bersivand. 

Mucahîd got ew dixwazin li Efxanistanê hikûmeteke ku hemû aliyan di xwe da dihewîne ava bikin û di demeke nêz da ew ê ji bo avakirina hikûmeta Îslamî peymanekê bikin.

Mucahîd destnîşan kir ku ew ê ji eskerên berê û kesên bi hêzên biyanî ra xebitîne tola xwe hilnedin, lewra ew her kesî efû dikin.

Zabîbullah Mucahîd got ew dixwazin ku saziyên çapemeniyê karê xwe bidomînin, ew ê bi tu welatekî ra şer nekin, ji ber vê jî hemû balyozxane di ewlehiyê da ne.

- "Li dijî jinan cudakarî wê çênebe"

Mucahîd anî ziman ew dîsa şer naxwazin û ew ê hewl bidin pevçûn ji holê rabin.

Der barê mijara jinan da jî Mucahîd got li Efxanistanê jin jî wê xwedî heman mafan bin, di qadên perwerde, tenduristî û yên din da ew ê bikaribin bixebitin û wiha dewam kir: "Ew ê mil bidin me û em ê bi hev ra bixebitin. Em ji civaka navneteweyî ra dibêjin li dijî jinan cudakarî wê çênebe, lê helbet evê di çarçoveya dînê me da pêk bê."

Berdevkê Talibanê got ew bi gelek welatan ra hevdîtinan dikin û ji wan alîkariyê û piştevaniya aboriyê dixwazin.

Mucahîd got ew ê di demeke nêz da Efxanistanê bi awayekî erênî biguherînin, ji bo ewlehî û jiyanake baş ew ê bixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE