Berdevkê Talibanê: "Xebatên me yên damezirandina hikûmeteke berfireh didomin"

Mucahîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li gor agahiya ber destê wan di êrîşa ku li balafirgeha Kabulê hat kirin da herî kêm 90 kes hatin kuştin, 148 kes birîndar bûn.

Berdevkê Talibanê: "Xebatên me yên damezirandina hikûmeteke berfireh didomin"

Berdevkê Talibanê û Serokê Komîsyona Çandê Zabîhullah Mucahîd diyar kir, piştî ku di 26ê tebaxê da DEAŞ/Xorosanê li Kabulê êrîşa bibombe bir ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Qarzaî, rapor gihîşt wan ku eskerên Amerîkayê di panîkê da gule berdan sivîlan û sivîl kuştin.

Mucahîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li gor agahiya ber destê wan di êrîşa ku li balafirgeha Kabulê hat kirin da herî kêm 90 kes hatin kuştin, 148 kes birîndar bûn.

Mucahîd li ser îdiayên ku dibêjin hêzên Amerîkayê di kêliya çalakiya terorê da gule berdane derdorê jî wiha got, "Li gor rapora ku hat ber destê me, piştî ku li Balafirgeha Kabulê êrîş tê kirin, eskerên Amerîkayê di halekî panîk û tirsê da gule berdide ser qerebalixê. Li wê derê meriv zehf bûn. Sivîlên ku jin û zarok jî di nav wan da hene, hatin kuştin."

Mucahîd îdia kir ku piştî ku hêzên biyanî bi temamî ji welêt vekişin û hikûmeta nû ava bibe, behaneya tu rêxistinê namîne ku şer bike û got ku kesên ku li Efxanistanê di binê banê DEAŞê da fealiyetê dike, ji Iraq an jî Sûriyeyê nehatine, ew ên welêt hin Efxanên ku li ser hişmendiya DEAŞê diçin ew in. 

Mucahîd got ku mensûbên Talibanê di pêkanîna ewlehiyê da serkeftî ne û dikarin pêşî li ber rêxistinên mîna DEAŞê.

Mucahîd diyar kir, şerê ku nêzî 20 salan e dewam dike, li paş ma û ew êdî dikarin agahiyên teqez û îstixbarî berhev bikin, di têkoşîna ku bi rêxistinan ra didin da pêdivî bi alîkariya tu welatî tuneye.

"Em dixwazin Tirkiye (ji bo Efxanistanê) alîkariyên xwe bidomîne"

Mucahîd diyar kir, ew dixwazin bi Tirkiyeyê ra têkiliyên pir baş daynin û wiha dewam kir, "Gelê Tirk û dewleta wê dostê me ye. Ji bo ke ev dostaniya me dewam bike gelek sedem hene."

Mucahîd destnîşan kir ku ji bo pêkanîna ewlehiya balafirgeha Kabulê hêzên taybet ên Talibanê hene, digel paytext Kabulê û hemû Efxanistanê parastina balafirgehê jî wê were kirin û ew ê zehmet nebe.

Berdevkê Talibanê der barê pêdiviyên lojîstîk û teknîkî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Qarzaî da wiha got, "Her çend em bi Tirkiyeyê ra axivîbin jî me di mijara pirsgirêka ewlehiyê da garantî da wan. Piştî ku balafirgeh bi temamî were valakirin û kontrola wê bikeve destê me, em ê pêdiviyan derxin. Heke hewce bike em ê van pêdiviyan ji Tirkiyeyê an jî ji welatekî din bixwazin.

Mucahid got, ew dixwazin ku Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo Efxanistanê bidomîne û wiha dewam kir, "Em dixwazin bi Tirkiyeyê ra di warê aboriyê da jî peywendiyan daynin. Mîna berê di warê perwerdeyê da jî pêwîstiya me bi piştgiriya Tirkiyeyê heye. Em dixwazin alîkariyên di vî warî da bidomin. Em ji gel û dewleta Tirk dixwazin ku peywendiyên dostaniyê bidin domandin. Lewra di navbera gelê Efxan û gelê Tirk da peywendiyên dîrokî yên kûr hene."

Mucahid bal kişand, piştî ku hikûmeta nû were damezirandin, pirsgirêkên darayî jî dê bên çareserkirin û wiha dewam kir, "Ji xwe dahata Efxanistanê ya ku ji gumrik û çavkaniyên cuda tê, heye. Ji xeynî vê, piştî ku hikûmet were damezirandin, em ê pereyên Efxanistanê yên li derva bloqekirî (Amerîka û Swîsre) jî bixwazin ku bên îadekirin."

Mucahid her wisa ragihand, ew dixwazin ku Bankeya Dinyayê û saziyên navneteweyî yên cuda alîkariya xwe ya ji bo Efxanistanê bidomînin û wiha got, "Lewra pêwîstiya gelê Efxan ê ku nû ji şer derketiye, di her warî da nexasim jî di warê alîkariya mirovî û tibî da bi wan heye."

"Axûndzade li Kandaharê ye"

Peyamnêrê AAyê her wisa ji Mucahid pirs kir ku serokê Talibanê Mele Hubetullah Axûndzade li ku ye.

Mucahid wiha axivî, "Serokê me Hubetullah Axûndzade di lîsteya reş a navneteweyî da nîne. Lewma der heqê wî da tu rewşeke xetere tuneye. Axûndzade niha li Kandaharê hin hevdîtinan pêk tîne."

Talibanê bi vî awayî ji bo cara yekem ew yek piştrast kir ku serokê wan li Efxanistanê ye û ciyê ku li wê ye destnîşan kir.

"Em dikarin di demeke kurt da Pêncşêrê bi dest bixin"

Mucahid her wiha diyar kir ku mizakereyên Talibanê bi serokê Tacik Ehmed Mesûd ra didomin ku naxwaze parêzgeha Pêncşêrê radestî Talibanê bike.

Mucahid bal kişand ku ew naxwazin li Pêncşêrê şer derkeve û wiha dewam kir, "Em naxwazin şer bikin. Mêla me li ser mizakereyê ye. Heger mizakere encamê nede, ji xwe dewrûbera Pêncşêrê ji hêla Talibanê hatiye dorpêçkirin. Em bixwazin em dikarin di demeke kurt da Pêncşêrê bi dest bixin."

Mucahid ji bo xebatên damezirandina hikûmeta nû jî wiha got, "Xebatên me yên damezirandina hikûmeteke berfireh didomin. Di vê hikûmeta ku dê were damezirandin da mafê her kesî dê li ber çavan were girtin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE