Berdevka RTDyê Margaret Harrisê bertek nîşanî dijberên aşiyê da

Berdevka RTDyê Margaret Harrisê bertek nîşanî dijberên aşiyê da

Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Margaret Harrisê destnîşan kir, merivên ku li dijî aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ne, divê ji dêvla medyay civakî ji çavkaniyên pêbawer agahiyê hildin û ragihand, ji sedî 99ê kesên ku ji ber şewbê dimirin, aşî nebûne.

Berdevk Harrisê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê di civîna çapemeniyê da pirsên nûçegihanê AAyê yên li ser aşiyên Kovîd-19ê bersivandin.

Harrisê li ser tesîra aşiyên Kovîd-19ê got, "Erê, (aşî) kêr tên. Hem jî pir kêr tên."

Harrisê daxuyand, aşî ji bo ku meriv li nexweşxaneyan ranezên, pêşî li ber nexweşiyên giran bigire hatine çêkirin û wiha dewam kir, "Ji ber vê jî van pir baş çêdikin. Kesên ku herî zêde li nexweşxaneyê radizên û dimirin, aşî nebûne."

Harrisê destnîşan kir, li welatên ku aşî hene û lênexistina aşiyê trajediyeke mezin e û wiha dewam kir, "Wekî hûn dizanin ez timî dibêjim ku aşî hê negihîştiye gelek welatan. Heke ku hûn gihîştibin aşiyeke (Kovîd-19), bizanin ku ev diyariyeke newaze ye. Ev îmtiyazeke mezin e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE