Berhem Salih bû serokkomarê nû yê Iraqê

Berhem Salihê namzêdê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû serokkomarê nû yê Iraqê.

Berhem Salih bû serokkomarê nû yê Iraqê

Li Iraqê namzedê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih di dengdayîna tûra duyemîn a di parlementoyê de 219 deng sitandin û bû serokomar.

Ji 329 parlementeran 272 parlementer beşdarî dengdayîna veşartî ya tûra duyemîn a li parlementoya Iraqê bûn. Berhem Salihê namzedê YNKê 219 deng sitandin û bû serokomarê 4emîn ê Iraqê.

Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fûad Huseyn jî 22 deng sitandin.

Di tûra ewil de ji ber ku ji 7 namzedan tu kesî 220 deng nesitandibûn hilbijartin mabû tûra duyemîn.

Di tûra ewil a hilbijartina serokomariyê de Salih 165, Huseyn 89 deng sitandibûn, siyasetmedara jin Sîrwe Ebdûlwehîdê jî 18 deng sitandibûn.

 Serokomarê nû yê Iraqê Salih sûnd xwar

Salih piştî ku weke Serokomar hat hilbijartin, li parlementoyê sûnd xwar. Di axaftina sûndê de Salih got, "Ezê yekîtiya Iraqê biparêzim."

Salih herwiha got, "Ezê bibim serokomarê temamê Iraqê, neyê pêkhateyeke bi tenê."

Berhem Salih kî ye? 

Berhem Salih di sala 1960î de li Silêmaniyê hat dinêserokkomderê temam kir û pişt re çû Birîtanyayê û di sala 1983yan de ji Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Cardiffê mezûn bû. Salih li Zanîngeha Liverpoolê li ser endezyariya giştî doktoraya xwe temam kir û demekî li şirketên taybet ên li Ewropayê wek endezyar xebitî.

Salih beriya ku Amerîka Iraqê dagir bike vegeriya HKIyê û di salên 2001-2004an de li Silêmaniyê ji bo peywirekî ku teqabûlê meqama serokwezîriyê ya ku ji aliyê YNKê ve hat avakirin dike hat tayînkirin. Piştî ku Sedam Huseyîn hat dûrxistin Salih li hikûmeta berwext a bi serokwezîriya Eyad Ellawî de salekî wek Arîkarê Serokwezîr peywir kir.

Salih 2006an de Zanîngeha Amerîkan a Silêmaniyê ava kir û hê jî Serokê Lijneya Rêveberiyê ya zanîngehê ye.

Berhem Salih di heyama serokwezîriya Nûrî eMalikî de jî di salên 2006-209an de dîsa ji ser YNKê peywira Arîkariya Serokwezîriyê kir. Salih bi qasî 5 salan li Bexdayê rûnişt, ji sala 2009an pê ve bi qasî 2 salan bû serokwezîrê HKIyê, di sala 2011an de jî cihê xwe da serokwezîrê Berdest Nêçîrvan Barzanî.

Salih bi piştgiriya rasterast a Talebanî û bêyî ku bikeve hilbijartinê wek Sekreterê Giştî yê 2yemîn ê YNKê hat tayînkirin. Piştî ku damezrîner û serokê partiyê Talabanî di sala 2012an de nexweş ket hevsenga hêzê ya di nav partiyê de jî guherî.

Salih bi malbata Talebanî re ket nav têkoşîna serokatiyê û di sala 2014an de ji bo Serokomariya Iraqê ya YNKê bû namzed lê belê partiyê şûna wî de Fûad Mesûm hilbijart.

Partiya wî piştgirî neda Salih û Salih di îlona 2017an de îlan kir ku Koalîsyona Demokrasî û Edaletê ava kir. Di hilbijartinên giştî yên ku di 12ê gulana 2018an de hatin kirin de partiya wî encamên dihat payîn nesitand û eşkere kir ku ji hilbijartinên parlementeriyê yên HKIyê yên di 30yê îlonê de vekişiya

Malbata Talebanî ji bo ku Salihê ezmûnger vegere partiyê biryar da ku wî wek namzed nîşan bide.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE