Serokkomarê Irakê Berhem Salih destnîşan kir wê ji bona avakirina hikûmetê Esad Îdaniyê namzedê Koalîsyona Bînayê ku nêzî İranê ye wezîfedar neke û heger zext dewam bikin amade ye ku îstifa bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa serokkomar, Berhem Salih nivîsa ku ji bona avakirina hikûmetê Esad Îdaniyê namzedê Koalîsyona Bînayê wezîfedar nake şandiye Meclisê.
Salih got ku ji Meclisê der barê koalîsyona herî mezin da agahiyên li hev nakin hildide û got ku heger li ser wî zextên siyasî bidomin ji bona dev ji Serokkomariyê berde amade ye.
Di daxuyaniyê da Serokkomarê Irakê Berhem Salih wiha got: "Ez eşkere dikim ku ji bona ji wezîfeya Serokkomariyê îstifa bikim ama de me û vê li hêviya parlamenterên di Meclisê da ne dihêlim. Ew wek nûnerên gel wê biryara herî maqûl bidin. Xêra mewqiya ku di xizmeta gel da nebe tuneye."
Tê gotin ku terefên siyasî yên şiî yên nêzî Îranê ji bona namzedê xwe yê serokwezîriyê bidin qebûlkirin zextê didin ser Serokkomarê Irakê Berhem Salih.
AA