Beriya Lûtkeya G-7ê 17 kes hatin binçavkirin

Beriya Lûtkeya G-7ê ya ku ew ê li Biarritza bajarê Fransayê were lidarxistin di protestoyên li Urrugneyê hatin lidarxistin da 17 kes hatin binçavkirin, 4 polês birîndar bûn

Beriya Lûtkeya G-7ê 17 kes hatin binçavkirin

Beriya Lûtkeya G-7ê ya ku ew ê li Biarritza bajarê Fransayê were lidarxistin di protestoyên li Urrugneyê hatin lidarxistin da 17 kes hatin binçavkirin, 4 polês birîndar bûn.

Li gor xeberên di çapemeniya Fransayê da hatin weşandin, çalakvanan li Urrugneya 20 kîlomêtre li dûrî ciyê lûtkeyê li ser rê blokaj kirin, polêsan midaxele kir û bûyer derketin, di bûyeran da 17 kes hatin binçavkirin, 4 polês birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku polêsan bi xaza rondikrêj va midaxeleyî çalakvanên hin amûr divêtin kir.

Hat ragihandin ku kesên li dijî lûtkeyê derdikevin ew ê li der û dora Biarritzê gelek çalakiyan li dar bixin. Îro ew ê li Hendayeya 30 kîlomêtre dûrî Biarritzê jî çalakiyan li dar bixin, li bendê ne ku 20 kes beşdarî çalakiyê bibin.

Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ew ê îro êvarê ji bo serokên welatên G-20ê xwarinê bide û Lûtkeya G-7ê ew ê dest pê bike. Di lûtkeyê da serokên Amerîka, Fransa, Almanya, Îngiltere, Îtalya, Japonya û Kanadayê ew ê werin ba hev û mijara lûtkeyê jî têkoşîna dijî newekheviyê ye.

Wekî mayîn ji bo lûtkeyê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan. Bi taybetî ji ber îhtimala êrîşa terorê 13 hezar û 200 polês û 450 wezîfedarên agirkujiyê wê li ser kar bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE