Beriya nimêja eydê di navbera polêsên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da rageşî

Li Qudsê beriya nimêja eydê di navbera polêsên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da rageşî derket...

Beriya nimêja eydê di navbera polêsên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da rageşî

 Li Qudsa Rojhilat a dagîrkirî di navbera welatiyên Filistînê yên xwestin nimêja eydê li ber deriyê Mescida Eqsayê ya ji ber Kovîd-19ê gitî ye bikin û polêsên Îsraîlê da rageşî derket, herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.

Gelek welatiyên Filistînê yên li Qudsa Rojhilat dijîn ji bo nimêja eydê li ber deriyê Mescida Eqsayê ya ji ber Kovîd-19ê hatibû girtin bikin hatin herêma Bajarê Kevn a li Herêma Şerîf.

Polêsên Îsraîlê destûra dibêje li qadên servekirî herî zêde 50 kes dikarin îbadetê bikin wekî hincet nîşan da û li ber deriyên Bajarê Kevn barîqat danîn û hewl dan ku welatiyên Filistînê derbasî ber deriyên Mescida Eqsayê nebin.

Di navbera gelek welatiyên Filistînê yên hewl dan barîqatê derbas bibin û li ber deriyê Mescida Eqsayê nimêj bikin û polêsên Îsraîlê da rageşî derket.

Polêsên Îsraîlê herî kêm 4 welatiyên Filistînê bi zordarî binçav kirin.

Piştî rageşiyê welatiyên Filistînê ji barîqatê derbas bûn û gihîştin ber deriyê Mescida Eqsayê.

Welatiyên Filistînê di bin siya dagiriyê û Kovîd-19ê da ketin eyda remezanê, nimêja eydê li ber deriyên Mescida Eqsayê kirin.

Ev 2 meh e Mescida Eqsayê ji ber Kovîd-19ê hatiye girtin û hatibû diyarkirin ku piştî Eyda Remezanê mizgeftê dîsa ji îbadetê ra were vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE