Di dawiya vê hefteyê da meha remezanê wê dest pê bike ku beriya wê pîneyê li ser Kabeya ku li Mescîda Heramê ya Mekkeyê ye hat nûkirin û paqijkirin.
Li gor daxuyaniya Îdareya Şerîfeynê ya Heremeynê ji bo amadehiyên meha remezanê pîneyê li ser Kabeyê hat paqijkirin û kindirên wê hatin saxlemkirin.
Midûrê Îdareya Lênihêrandina pîneyê Kabeyê Fahd el-Cabirî got di xebatan da teknolojiya herî nû û melzemeyên herî baş hat bikaranîn.
Pîneyê li ser Kabeyê ji bilî hin caran, her sal dema hec roja erefatê tê guherandin.
Di çêkirina wê (Kîsve-î Şerîf) da 700 kîlogram hevrişim, 120 kîlogram zîv û zêr tê bikaranîn. Li ser jî bi zêr û zîvê va hin ayet û dia tê neqişkirin.
AA