M.S.yê terorîstê PKK/KCKyî ku li Ewropayê kar û barên rêxistinê îdare dike û dixebite bi operasyona Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) û yekîneyên Midûriyeta Ewlekariyê li Bursayê hat qefaltin.
Li gor agahiyan hat tesbîtkirin M.S.yê PKK/KCKyî ku wek serkirde li Norwêcê dixebite hatiye Tirkiyeyê û MÎT û ewlekariyê ew hildane teqîbatê.
Li gor agahiyan M.S.yê hat tesbîtkirin li Ewropayê kar û barên PKK/KCKyê îdare dike û li ser navê rêxistinê dixebite ji ber şika ku wê bireve dervayî welêt di 27ê Tîrmehê da bi destê MÎT û Midûriyeta Ewlekariya Bursayê bi operasyona hevbeş li Bursayê hat binçavkirin.
M.S. piştî kar û barên li ewlekariyê 31ê Tîrmehê li dadgehê ji ber sûcê "endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê" hat girtin.