Berxwedana dayikên Diyarbakirê gihişt Elmanyayê

Dayikek li ber Meclisa Elmanyayê keça xwe ji rêxistina terorî xwest

Berxwedana dayikên Diyarbakirê gihişt Elmanyayê

Dayîka bi navê Maîde t. Yê ku keça wê ji aliyê rexistina terorî pkk’ê hatiyê revandin li ber mecisa federal ê elmayayê çalakiyek li darxist û pişgirî xwest.

Dayika Nîlufer T. (20) ya ku ji aliyê rêxistina terorî pkk’ê ve hatiye revandin Maîde T. Bi tişortekê sûretê keça wê li ser e li xwe kir û hat li ber Meclisa Federal ê Elmanyayê.

Seroka şaxa jinan a Yekîtiya Demokratên Navneteweyî Humeyra Çiftçi, Seroka Komeleya Jinên Cumhûriyetê Serap Mamatî û Nûnera Komeleya Pêşeng ê Jin a Partiya Vatanê ya Şaxa Berlînê Gulseren Küçükkale jî piştgirî dan Dayika Maîde ya ku keça xwe ji rêxistinê dixwaze.

Dayika Maîde daxuyaniyek da rojnamegeran û got: Ez ji bo ku dengê xwe bigihinim siyasetmedarên Elman ez hatim ber meclîsê.

Dayika xemgîn got : min ji meha mijdarê ve gelek xiret daye ku keça min vegerê mala xwe û heya vegerê jî ez ê dewam bikim li çalakiyên xwe.

Dayika Maîde Bi rondikên çavên xwe bangî keça xwe kir.” Keçamin ji bo ku bêhnate ji cil û bergên te neçê min wan xist torbeyan û hiland. Ji bo ku her dem ez cilên te bênh bikim. Min gelek bêriya te kiriye. Edî bêhnate ji tuneye. Bes e Ji kerema xwe vê êş ê ji dilêmin derxe. Ez lawa dikim tu li kûderê be derkeve were mala xwe. Ez edî îdare nakim.

Dayika dil şewat ji bo keça xwe ya ji aliyê rêxistina terorî ve hatiye revandin ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Wezîrê Karên Navxweyî yê Elmanya Horst Seehofer alikarî xwest.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE