"Bexda ne cihê pevçûnê ye cihê hevdîtinê ye"

Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Ebdulmehdî hat dayîn Serokwezîrê Iraqê duh êvarê bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ra li Bexdayê hat bal hev.

"Bexda ne cihê pevçûnê ye cihê hevdîtinê ye"

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hember senaryoyên pevçûna muhtemel a di navbera Amerîka û Îranê da got ku welatê wî ne cihê pevçûnê ye cihê hevdîtinê ye.

Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Ebdulmehdî hat dayîn Serokwezîrê Iraqê duh êvarê bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ra li Bexdayê hat bal hev.

Di hevdîtinê da Ebdulmehdî hember senaryoyên wekî di pevçûna muhtemel a di navbera Amerîka û Îranê da dibe ku sehaya Iraqê bê bikaranîn da diyar kir ku welatê wî polîtayeke dervayî ya bihevseng dişopîne û got ku "Bexda ne cihê pevçûnê ye cihê hevdîtinê ye."

Ebdulmehdî da zanîn ku Amerîka ji bo Iraqê mitefîqekî girîng û stratejîk e û dixwazin ku bi wî welatî ra têkiliyên xwe pêş bixin û got ku "Em bi Îran û hemû welatên cîran, dosta ra pireyên biratî û piştevaniyê ava dikin."

Pompeo jî qal kir ku ji ber hewldanên hikûmeta Iraqê ya dixwaze ku bi Amerîkayê ra têkiliyên wan baş bin, ewlehî bê pêkanîn û veberhênerên biyanê bên welêt kêfxweş e.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo duh êvarê bi awayekî surprîz hatibû Bexdaya paytextê Iraqê û bi Serokomar Berhem Salih û Wezîrê Karên Derva Mihemed Elî el-Hekîm ra hevdîtin kiribû.

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE