"Bexdadî keşfeke Amerîkayê bû"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov: "Bexdadî keşfeke Amerîkayê bû. Artêşa me hê gelek gotin û daxuyaniyên Amerîkayê yên der barê kuştina Bexdadî da teyîd nekirine"

"Bexdadî keşfeke Amerîkayê bû"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê kuştina Ebubekir el-Bexdadiyê Serokê DEAŞê da wiha got: "Bexdadî keşfeke Amerîkayê bû."

Lavrov daxuyanî da kanala "Rossiya 24" û der barê kuştina Ebubekir el-Bexdadiyê Serokê DEAŞê da hin nirxandin kirin.

"Bexdadî keşfeke Amerîkayê bû. Wezareta Parastina me der barê Bexdadî da daxuyaniyek da. Em der barê vê mijarê da hê zêdetir agahiyan dixwazin. Artêşa me niha li ser belge û nîşaneyên nû dixebite. Artêşa me hê gelek gotin û daxuyaniyên Amerîkayê yên der barê kuştina Bexdadî da teyîd nekirine."

Lavrov behsa dagirkirina Amerîkayê ya 2003an li Iraqê kir û wiha dewam kir: "DEAŞ piştî dagirkirina Amerîkayê derket holê. Amerîkayê wê çaxê gelek mehkûmên li girtîgehan bûn berdan. DEAŞ piştî van geşedanan belav bû. Yanî Amerîkayê ewil bona avakirina wan bû wesîle û piştra jî ji holê rakirin. Eger bi rastî ji holê rakiribe."

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya ku serê hefteyê li dar xistibû da eşkere kiribû ku Bexdadî piştî ku ket tuneleke devgirtî ya di bin xaniyekî da êlegê xwekujiyê yê li ser xwe teqand û bi sê zarokên ligel xwe hat kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE