Bexdayê biryara birîna budceya Hewlêr da

Li gorî nivîsa fermî ya ku îmzaya Sekreterê Giştî yê Lijneya Wezîran a Hikûmeta Iraqê Hemîd Xizî li binê ye, HKIyê dahata ku ji îxracata mehane ya neftê bi dest dixe neda Şirketa Bazarîkirina Nefta Iraqê (Somo).

Bexdayê biryara birîna budceya Hewlêr da

Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi sedema ku dahata neftê teslîm nake, biryar da ku budceya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bibire.

Li gorî nivîsa fermî ya ku îmzaya Sekreterê Giştî yê Lijneya Wezîran a Hikûmeta Iraqê Hemîd Xizî li binê ye, HKIyê dahata ku ji îxracata mehane ya neftê bi dest dixe neda Şirketa Bazarîkirina Nefta Iraqê (Somo).

Ji ber vê rewşê hikûmeta navendî daxwaz ji Wezareta Darayî kir ku budceya mehane ya HKIyê ku mehaneyên karmendan jî di xwe de digirin, bibire.

Di nivîsa fermî de herwiha ji ber ku HKIyê pabendê peymana digel Bexdayê nemaye hat xwestin ku budceya ku ji destpêka 2020an ve dane HIKyê daxwaza vegerandina wê bê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE