Rêvebiriya Iraqê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên fermî li navenda Şengalê ya li ser Mûsilê dest bi sepandina plana bicihbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê hat dayîn da wiha hat gotin, "Bi destê Hêza Nînovayê ya Rojava ku girêdayî fermandariya me ye, hêzên asayîşê dest bi sepandina planê ya bicihbûna li navenda Şengalê kir."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi saya planê li navçeyê ewlehî û îstiqrar wê were tesîskirin, kesên ku ji cî û warên xwe bûne, wê cardin vegerin malên xwe û wiha hat gotin, "Hêzên asayîşê wê ji bo îstiqrara navçeya Şengalê û herêmên ser Şengalê kar û xebatên xwe bidomînin."
Di navbera Bexda û Hewlêrê da di cotmehê da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê PKKya rêxistina terorê jî wê ji herêmê were derxistin. Li gor peymanê divê hemû unsûrên dereqanûnî navçeyê terk bikin.
AA