Bexdayê êrîşa PKKyê ya dijî pêşmergeyan şermezar kir

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ev êrîş, êrîşeke dijî serweriya Iraqê ye. Ji bo astengkirina van êrîşên dijî serwerî û ewlekariya welêt, çi pêwîst bin dê bên kirin."

Bexdayê êrîşa PKKyê ya dijî pêşmergeyan şermezar kir

Hikûmeta navendî ya Iraqê, êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya li bakurê welêt ya li dijî pêşmergeyan şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê da hat destnîşankirin ku ew, êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya li Duhokê ya li dijî pêşmergeyan, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ev êrîş, êrîşeke dijî serweriya Iraqê ye. Ji bo astengkirina van êrîşên dijî serwerî û ewlekariya welêt, çi pêwîst bin dê bên kirin."

Mensûbên rêxistina terorê PKKyê duh li bajarokê Çemanke yê Duhokê êrîşî hêzên pêşmergeyan kiribûn. Di êrîşê da pêşmergeyek hatibû kuştin, 3 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE