Bêhiqûqiya dadgeha Israîlê

Mehkemeya Israîlê, biryar da ku 16 avahiyên Filistîniyan bên hilweşandin

Bêhiqûqiya dadgeha Israîlê

Zilm û zordariya Israîlê dewam dike. Dadgeha Israîlê, biryara xerakirina 16 avahiyên filistîniyan ên li Qudsa Rojhılat pejirand. Wekî din 123 cihûyên radîqal, bi ser Mescîda Eqsaya de girt. Hêzên Israîlê jî 2 masîvanên Filistînî li Gazzeyê binçav kirin û dest danîn ser şikevên wan.

Dadgeha Israîlê, disa biryareke bêhiqûqî da.

Filistîniyan ji bo 16 avahiyên li Qudsa Rojhilat neyên xerakirin serî li dadgehê dabû, lê dadgehê serlêdana wan red kir.

Biryar hat dayîn ku xaniyên li herêma Sur Bahirê, bên xerakirin û piştî vê biryarê rêya hiqûqê jî hat girtin.

Israîlê, ji 2009an û vir ve zêdetirî 5 hezar xaniyên Filistiyan xera kirin; nêzî 10 hezar Filistînî bê xanî man.

123 cihûyên fanatîk jî ligel hêzên Israîlê, bi ser Mescîda Eqsaya de girt.

Cihûyên radîqal ji deriyê El- Megaribeyê ketin nava Harema Şerîf.

Hat diyarkirin ku di nav koma cihûyan de ji îstixbarata Israîlê jî 20 kes hebûn.

Hêzên Israîlê jî, li Gazzeyê 2 masîvanên Filistînî bin çav kirin û dest danîn ser şikevên wan.

Li gorî Peymana Osloyê, masîvanên Filistînî dikarin heta 20 mîl biçin lê Israîl her car vî mafî wan bin pê dike.

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE