Bi 10 pirsan va bûyerên li İdlibê diqewimin

Eskerên Türkiyeyê li İdliba bajarê Suriyeyê ya li hemberî Hatayê ye ji bo ku rê li ber koçberiya 4 milyon sivîlan bigre û ew li cihekî ewle bijîn hewl dide.

Bi 10 pirsan va bûyerên li İdlibê diqewimin

Hêzên rejima Beşar Esed yên Rusya û İran piştgiriyê dide wan li İdlibê êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan didomînin.

Türkiye bi rêya eskerî û dîplomatîk hewl dide tundî û koçberî raweste.

Hêzên rejima Esed herî dawîn li "İdlibê êrîşî eskerên Tirk kirin, 7 esker û sivîlek tevahî 8 kes şehîd kirin".

Piştî vê bûyerê hebûna Türkiyeyê ya li herêmê car din hat rojevê.

Nûçegihanê AAyê geşedanên wê roniyê bide bûyerên li İdlibê diqewimin di 10 madeyan da berhev kir.

1. İdlib ku derê ye?

İdliba bajarê Suriyeyê ya ku nifûsa wê 4 milyon e, li hemberî bajarê Hatayê ye. Li bakurê rojavayê Suriyeyê ye.

2. Eskerên Tirk li İdlibê çi dikin?

Gelê İdlibê ji ber êrîşên Esed, Rusya û İranê direvin ber bi sînorên Türkiyeyê. Eskerên Tirk ji bo ku rê li ber koçeke bi milyonan bigire û rewşeke aram ava bike, dixebitin. Li cihên çavdêriyê disekinin ku agirbest bi cih bê.

3. Hebûna eskerên Tirk a li wir li gorî asta navneteweyî ye yan na?

Türkiyeyê bi Rusya û İranê yên garantorê rejima Esed in ra peymanên Astanayê kir û di çarçoveya van peymanan da hêzên xwe li İdlibê bi cih kir.

4. Rusya û İran peymanên navneteweyî çawa bi cih tîne?

Her du welatên îmza avêtin peymanan şûna rê li ber êrîşên rejima Esed bigrin, piştgiriyê didin rejimê.

5. Rejima Esed li İdlibê çi dike? Rejima Esed bi alîkariya Rusya û İranê va hewl dide hemû nifûsê İdlibê bişîne ber sînorên Türkiyeyê. Cihên sivîlan dixe. İdlibiyan wek terorîst dibîne. Di nav komên çekdar da tu cudahiyê naxe navbera mixalif û radîkalan.

Ji mutebeqata Soçiyê ya ku di 17ê Îlona 2018an da li serê lihevkirin pêk hat heya niha di êrîşên rejim û piştgirên wê yên li ser İdlibê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin.

6. İran İdlibê çi dike?

Eskerên Parêzvanên Şoreşa İranê ji İran, Efxanistan û Pakistanê milîsan tînin, ji wan komên terorîst ava dikin û berê wan jî didin ser sivîl û komên çekdar. Komên ji hezaran terorîstî pêk tên wisa bawer dikin ku ew ji ber baweriya xwe ya mezhebî şerekî pîroz dikin.

7. Ji İdlibê çiqas sivîl koç kirin (hatin derxistin)?

Bi tenê ji serê sala 2019an vir va milyon û 640 hezar sivîl ji ber êrîşan ber bi herêmên nêzî sînorê Türkiyeyê ne va reviyan. Lê bi jimara beriya sala 2019an va ku hatibûn koçkirin ev reqam ji du milyonî jî derbas dibe.

8. Rejima Esed çima êrîşî eskerên Tirk kir?

Rejima Esed û komên terorîst ên İran piştgiriyê dide wan sivîlên li wê derê ditirsînin û ji bo ku berê wan wek koçber bidin Türkiyeyê hewl didin lê eskerên Tikr jî ji bo vê armanca xwe wek astengî dibînin. Ji ber vê jî dixwaze bila Türkiye ji herêmê derbikeve.

9. Türkiye li hemberî êrîşan çi dike?

Li ser êrîşa rejimê hêzên Tirk ên li İdlibê bi cih bûne ji sedî zêdetir topên hewan û firtûneyê bi ser 54 cih û warên rejimê da barand, 76 mensûbên rejimê hatin berterefkirin. Ji bo hêzên rejimê bersiveke qatbeqat hat dayîn.

10. Artêşa Tirk çawa piştgiriyê dide komên xwe yên İdlibê?

Artêşa Tirk ji Reyhanliya navçeya Hatayê gelek tank, wesayîtên bizirx, wesayîtên personelan dibin û bi qefleyên ji personelan pêk tên va li cihên çavdêriyê yên li İdlibê ne xwedî derdikeve û ji hêla lojîstikê va jî piştgiriyê dide wan. Balafir û firokeyên Türkiyeyê jî bi Rusyayê ra kordîne li herêmê difirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE