"Bi 71 milyon dengên ku bi rêyên hiqûqî hatin avêtin va min ev hilbijartin qezenc kir"

"Bi 71 milyon dengên ku bi rêyên hiqûqî hatin avêtin va min ev hilbijartin qezenc kir"

Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku di hilbijartina serokatiyê da bêusûlî hene û wiha got, "Bi 71 milyon dengên ku bi rêyên hiqûqî hatin avêtin va min ev hilbijartin qezenc kir."

Piştî ku Associated Pressê (AP) ragihand ku li gorî encamên nefermî, namzedê Demokrat Joe Biden gihîşt 270 dengên bijêr û ew maf bi dest xist ku bibe serokê nû yê welêt, Trump ji ser Twitterê daxuyanî dan.

Trump îdia kir ku destûr nehat dayîn ku çavdêr bikevin navendên jimijartina dengan û wiha got, "Bi 71 milyon dengên ku bi rêyên hiqûqî hatin avêtin va min ev hilbijartin qezenc kir."

Trump her wiha îdia kir ku di dayîna dengan da bêusûlî hatin kirin û wiha got, "Bi milyonan dengên bi posteyê ji kesên ku ev yek nexwestin ra hatin şandin."

Ji aliyekî din va Twitterê etîketa "Ev îdiaya bêusûliyê ya der heqê hilbijartinê da cihê nîqaşê ye." li parvekirina Trump zêde kir.

Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya piştî ku hatibû ragihandin, Joe Biden di hilbijartinê da bi ser ket da bal kişandibû ku hilbijartin hê bi dawî nebûye û wiha gotibû, "Heta deng bi awayekî durist neyên hejmartin û gelê Amerîkayê negihîje demokrasiya ku dixwaze, ez ê nesekinim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE