Rejîma Esed û Rûsya ne tenê mal û kargehan, êrîşê dibin ser nexweşxaneyên îdlibê jî. Nexweşxaneyên bin erdê yên li hassa û latamînayê hatin bombekirin.
Esed û Rûsya xelkê Îdlibê û derdora wê dide ber bombeyan.
Ne tenê xanî û kargeh, nexweşxaneyên ku xelk lê tedawî dibe jî bi teyareyan tên bombekirin.
Ev der nexweşxaneya bin erdê ya li Hessaya Îdlibê ye, rejîmê û Rûsyê êrîş bir ser wir jî.
Li herêmê gelek kes ji bo derman bibin dihatin vir.
Ji ber êrîşan gelek xisar li nexweşxanê ket.
Çend roj berê jî rejîmê û Rûsyê nexweşxaneya Latamînayê bombe kiribû.
Ji bo temîrkirina nexweşxaneyan xebat dewam dikin.
Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 09:32