Bi bombeyan êrîşa dijî konvoya Alîkarê Serokomarê Efxanistanê Salih

Di êrîşê da destê Salih birîndar bû, 2 kes hatin kuştin

Bi bombeyan êrîşa dijî konvoya Alîkarê Serokomarê Efxanistanê Salih

 Konvoya wesayîtan a Alîkarê Yekem ê Serokomarê Efxanistanê Amrullah Salih li paytext Kabulê rastî êrîşê hat û ji destê xwe birîndar bû.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tarik Aryen daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, wesayîta meqam a Salihê Alîkarê Yekem ê Serokomar wexta ku ji herêma Taîmaniya Kabulê ra derbas dibû, rastî êrîşê hat.

Aryen diyar kir, Salihê Alîkarê Yekem ê Serokomar di êrîşê da ji destê xwe birîndar bû û xelas bû, li gor tesbîtên ewil 2 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din va Salihê Alîkarê Yekem ê Serokomar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "ew di êrîşê da ji destê xwe birîndar bû û êrîşên bi vî rengî wê ji têkoşîna wî ra nebin asteng."

Bi şideta êrîşê camên avahiyên derdorê şikestin, hemû kolanên ku dertên ser cihê bûyerê ji trafîkê ra hatin girtin.

Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE