Bi boneya 27emîn salyada tevkuştina Srebrenîtsayê bernameya bîranînê hat lidarxistin

Bi boneya 27emîn salyada tevkuştina Srebrenîtsayê bernameya bîranînê hat lidarxistin

Bi boneya 27emîn salyada bîranîna tevkuştina Srebrenîtsayê bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Bernameya ku di fabrîkaya akumulatorê ya kevin de ku li Bosna Herzegê dema şer de eskerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ew weke baregeh bikar dibirin de hat lidarxistin, Serokê Konseya Dewletê ya Bosna Herzegê Sefik Dzaferovic, endamê Xirwat ê Konseyê Zeljko Komsic, Wekîlserokê Giştiyê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Enqereyê Fatîh Şahin, Serokê Koma Dostaniya PArlementoyên Tirkiye-Bosna Herzegê û Parlementerê Bursayê Refîk Ozen, Alîkarê Wezîrê Çand û Geştiyariyê Ahmet Misbah Demircan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Sraybosnayê Sadik Babur Girgin, Wezîra Parastinê ya Hollandayê Kajsa Ollongren, Serokwezîrê Montenegroyê Dritan Abazovic, Serokê Organîzasyona Merasimên Yadkirina Srebrenîtsayê Hamdija Fejzic û hinek vexwendiyên din beşdarî tê de kirin.

50 qurbaniyên din ên di tevkuştina Srebrenîtsaya ku dikeve rojhilatê Bosna Herzegê de, sala 1995an de hatibû kuştin, îro dê bi axê ve were spartin.

Srebrenîtsaya ku li Ewropayê weke trajêdiya herî mezin a mirovî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê hesibandin, 27 sal ji ser re derbas bû.

50 qurbaniyên din ên ku nasnameyên wan hatin tesbîtkirin îro piştê nîvro dê werin veşartin.

Navên qurbaniyên ku dê îro bi axê ve werin spartin ev in:

Saban Ademovic (1953), Sabrija Aljic (1940), Saban Avdic (1960), Munib Bektic (1951), Dzemil Dedic (1962), Mevlid Dudic (1970), Mustafa Dzananovic (1960), Kiram Djozic (1957), Nezir Efendic (1941), Mevludin Ferhatovic (1972), Salim Gabejlic (1968), Sead Gojcinovic (1965), Salko Hadzic (1969), Hajrudin Halilovic (1968), Salko Halilovic (1954), Almir Halilovic (1975), Esnaf Hasanovic (1969), Samir Hasanovic (1975), Semir Hasanovic (1975), Hamdija Hasic (1965), Sead Hasic (1963), Sead Hukic (1974), Sajit Hukic (1976), Hajdin Hukic (1942), Mevludin Husic (1972), Mustafa Husic (1974), Smajo Ibrahimovic (1938), Mehmed Ibrahimovic (1941), Nesib Ibrahimovic (1958), Sakib Jahic (1972), Mehmedalija Jugovic (1960), Nermin Kaljevic (1971), Smajil Karic (1937), Husejin Krdzic (1936), Edhem Merdzic (1949), Mustafa Mesanovic (1961), Ramiz Mujcinovic (1955), Suad Mujic (1966), Elvir Muminovic (1978), Salim Mustafic (1979), Muriz Mustafic (1966), Smajo Nukic (1951), Senad Osmanovic (1975), Ismajil Pilav (1952), Rahmo Rahmic (1952), Mensur Rahmic (1975), Adil Selimovic (1936), Salcin Sinanovic (1938), Vahid Smajlovic (1978) û Senahid Secic (1956).

Bi van re dê hejmara qurbaniyên ku bi avê ve hatin spartin gihişt 6 hezar û 721ê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE