Bi dehan hezar Misilmanî nimêja Eyda Qurbanê li Mescida Eqsayê kir

Bi dehan hezar Misilmanî nimêja Eyda Qurbanê li Mescida Eqsayê kir

Bi dehan hezar Misilmanî nimêja Eyda Qurbanê li Mescida Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevn a li Qudsa Rojhilat ku ji hêla Îsraîlê dagîrkirî ye, kir.

Wê yekê balê kişand Filistîniyên ku di bin siya tedbîrên Kovîd-19ê da hildan Herema Şerîf, hewil dan ku bêmaske derbasî hundir nebin.

Bi dehan Misilmanên ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm û tekbîrên teşrîkê heta nimêja eydê li Mescida Eqsayê man, xutbeya eydê ku piştî nimêjê hat xwendin, guhdarî kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Weqfên Îslamî li Qudsê da hat ragihandin ku li Herema Şerîf zêdeyî 27 hezar Misilmanî nimêja eydê kirin.

Miftiyê Quds û Filistînê Şêx Mihemed Huseyîn di xutbeya eydê ya ku bi xwe xwend da bal kişand ser biserdagirtinên Mescida Eqsayê yên ji hêla Cihûyên fanatîk va. 

Şêx Huseyîn bangî Misilmanan kir ku bibin yek û her wiha di dawiya xutbeya xwe da jî ji bo xilasbûna Mescida Eqsayê û yekîtiya Misilmanan dia kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE