Li Sûriyeyê di êrîşên balafirên şer ên rejima Beşar Esed ên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da 6 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê ku ji artêşa rejima Esed û terorîstên biyanî yên bi piştevaniya Îranê pêk tê, ji serê sibehê şûnda ji beja û asîman li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê li dijî navçeya Xan Şêxûnê, gundên Maarşurin, Temaniya, Sukeyk, Babila û Ebu Habbeyê û herwiha li kirê bakur û rojavayê bakurê Hemayê jî li dijî navçeya Latamîne û gundê Kastunê êrîş kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan hat wergirtin, di êrîşa dijî gundê Kastunê yê li kirê rojavayê bakurê Hemayê da 6 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl jî birîndar bûn.
Di sê rojên dawîn da di êrîşên asîmanî û bejayî yên rejima Esed û alîgirê wê Rûsyayê yên dijî deverên ku xelkê sivîl lê dijî da 25 sivîl hatin kuştin.
AA