Hat ragihandin ku li Selaheddîna wîlayeta Iraqê bi fuzeyê êrîşî Baregeha Eskerî ya Beledê ya eskerên Amerîkayê lê dimînin kirin.
Di daxuyaniya Medyaya Tora Ewlekariyê ya Iraqê da hat destnîşankirin ku bi 2 fuzeyên katyuşayê êrîşî baregeha Eskerî ya Beledê kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê de kesek nemir û agahî nehat dayîn ku gelo kê êrîşî barefgehê kiriye.
Ji vir 2 roj berê jî bi fuzeyê êrîşî Baregeha Eskerî ya Eynil Eseda li Enbarê ya eskerên Amerîkayê lê dimînin kiribûn.