Bi fuzeyan êrîşî Balafirgeha Bexdayê kirin

Bi fuzeyan êrîşî Balafirgeha Bexdayê kirin

Li Bexdaya paytextê Iraqê bi fuzeyan êrîşî Baregeha Eskerî ya Victoryê ya nêzî balafirgehê kirin.

Li gor nûçeya ku Nasnewsa malpera nûçeyan a Iraqê dispêre çavkaniyekî ewlehiyê, bi fuzeyên katyûşayê êrîşî Baregeha Eskerî ya Victoryê kirin.

Piştî ku fuze ketin li herêmê dengê sîrenan hat bihîstin. Der heqê bûyerê da meqamên fermî hê tu daxuyanî nedaye.

Ji aliyê din va Omer el-Cenabiyê rojnamegerê Iraqî piştî êrîşa dawîn li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û bal kişand ku grubên çekdar ên girêdayî Îranê di nav du rojan da êrîşa sêyem kir. Cenabî daxuyand ku ev êrîş seba zêdekirina rageşiyê tên kirin, mebest kuştin û dayîna xesarê nîne.

Fermandrê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di 3yê rêbendana 2020î da bi sûîqesta Amerîkayê hat kuştin. Di salvegera kuştina Silêmanî da êv her sê êrîş balê dikişînin.

Du roj berê jî bi wesayîta esmanî ya bêmirov (ÎHA) êrîş hatibû kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE