''Bi gotinê şerê dijî terorê nabe, bi îcraetê dibe''

Serok Erdogan: "Dibêjin 'divê em dijî terorîzmê şer bikin.' Em ê çawa dijî terorîstan şer bikin? Bi gotinê şerê dijî terorê nabe, bi îcraetê dibe."

''Bi gotinê şerê dijî terorê nabe, bi îcraetê dibe''

Erdogan li Navenda Konferansê ya Kuala Lumpurê di Civîna Kuala Lumpurê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser pêlên koçberiyê û wiha got: "Niha ji Îdlibê 50 hezar însan ber bi axa me va tên. Jixwe 4 milyon hene û niha jî 50 hezar kesên din jî tên."

Erdogan der barê li Sûriyeyê avakirina herêma ewle da got ku wexta em dibêjin em herêma ewle ava bikin kes alîkariyê nade, lê wexta behsa çekan dibe çek tên şandin.

Serokomar ji bona têkoşîna dijî terorîzmê da wşha axşvî: "Dibêjin 'divê em dijî terorîzmê şer bikin.' Em ê çawa dijî terorîstan şer bikin? Bi gotinê şerê dijî terorê nabe, bi îcraetê dibe."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE