Bi hezaran Efxan li ber barîkatên pêşiya balafirgehê hêviyê ne ji welêt derkevin

Bi hezaran Efxan li ber barîkatên pêşiya balafirgehê hêviyê ne ji welêt derkevin

Bi hezaran Efxanên ku dixwazin welêt terk bikin li pişt barîkatên danîne pêşiya deriyên ketinê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî bi rojane disekinin û li bendê ne têkevin hundirê balafirgehê.

Li Kabula kontrola wê ket destê Talibanê şêniyên Efxan ên dixwazin ji Efxanistanê derkevin li pêş deriyên ketinê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî sekna xwe didomînin. Bi hezaran kesên jin, zarok, kal û pîr jî di nav da hene 5 roj e li bendê ne ku wan hildin alî hundirê balafirgehê û ew jî bikaribin ji welêt derkevin.

Li ber deriyên ketinê Efxanên ku pasaport û destûra wan a firînê heye yek bi yek tên hilbijartin û ji bo dor bê wan li pişt barîkatên beton û bi têlên dirî ew sekna xwe didomînin.

Li ber deriyên ku di bin kontrola eskerên biyanî ne da herî zêde pitik û zarok zehmetiyê dikişînin.

Welatiyekî Efxanistanê yê bi rojan e li ber deriyê balafirgehê disekine daxuyanî da û got ku em tî û birçî dimînin. Di berdewamiya axaftina xwe da diyar kir ku ji bo texliyebûnê li bendê ne wan hildin alî hundir û welatê biçê ji bo wî qet ferq nake û ew bi tenê dixwaze ji Kabulê here.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE