Li Iraqê ji ber barana gur malên 3 hezar malbatan di bin avê da ma û malbat hatin texliyekirin û birin herêmên ewle.
Ji hêzên asayîşa wilayeta Meysanê Serpel Kerîm el Esadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di nav du hefteyên dawîn da baran bê navber barî û ji ber baranê hin herêmên rexê Çemê Dîcleyê di bin avê da man.
Esadî diyar kir ku li Meysanê 3 hezar malbatên ku malên wan di bin avê da man ji malên wan hatin derxistin û ew birin cihên ewle.
Rêvebiriya Bexdayê di 1ê nîsanê da ji ber barana gur û lehiyê hişyarî dabû şêniyên wilayeta Bexda, Diyala, Mûsil û Vasitê ku Çemê Dîcleyê di nav van wilayetan ra derbas dibe.
Li bakurê Iraqê piştî barana gur gelek bendav piştî çendîn salan tije bûn û mecbrî qapaxên wan hatin vekirin ku ser ra nevêjin.
AA