Bi sed hezaran heciyên namzed ên ku ji deverên cuda yên dinyayê ji bo hecê li Mekkeyê ne, nimêja înê li Mescida Heram kirin.
Heciyên namzed yên xwestin Kebeya Muezemeyê bibînin û nimêja xwe ya înê bikin, sibehê zû berê xwe dan Mescida Heram.
Heciyên namzed yên ku zûtirê çûn Mescida Heram, heya wextê nimêja înê ji xwe ra nimêj, tewaf û dia kirin.
Piştî belavbûna nimêjê, li dewrûbera Mescida Heram qelebalixiyeke mezin çêbû û her wisa hin kes jî li Kebeyê man û tewaf û îbadetên xwe domandin.
AA