Bi tenê ji sedî 17ê sûcên dijî Mislimanan tên belgekirin

Bi tenê ji sedî 17ê sûcên dijî Mislimanan tên belgekirin

Pêşkêşîkirina Rapora Îslamofobiyê ya 2020 Ewropayê li ser hesabên medyaya civakî yên Islamophobia Reportê hat kirin.

Moderatoriya çalakiya pêşkêşiya rapora ji sala 2015an vir da tê weşandin Doç. Dr. Enes Bayrakliyê ji Zanîngeha Tirk-Almanan kir.

Prof. Dr. Farid Hafezê ji Zanîngeha Georgetownê, Dr. Amani Hassaniyê ji Zanîngeha Keele û Amina Smitsa ji Zanîngeha Îstanbul 29 Mayisê yên ji nivîskarên raporê di bernayê da axivîn.

Enes Bayrakliyê moderator got ji ber ku rapor beriya dawiya 2021î hat weşandin kêfxweş bûn.

Farid Hafez jî got lêkolîna û xebatên wan di tesîra nexwşiyê da man û wiha pê da: "Bawer dikim ku gelek kesan hêvî dikir ku di raporê da balê bikişînin ser tesîra vîrusê ya ji bo belavbûna Îslamofobiyê ya li Ewropayê. Sedemên me yên girîng hebûn ku li ser vê mijarê bixebitin. Nivîskarên rapora me di vê mijarê da lêkolînên cuda kirin.

Hafez got ku hin nivîskaran li herêmên lê lêkolîn kirin dîtin ku bi nexweşiyê ra Îslamofobî kêm bû, hinekan jî got ku zêde bû, dîsa jî ji ber nexweşiyê Îslamofobî li ser medyaya civakî belav bû.

Hafez daxuyand li gor agahiyên polêsên Almanyayê di sala 2020î da li Almanyayê jê 146 êrîşên dijî mizgeftan û 48 jî êrîşên dijî mirovan tevahî 901 sûcên nefretê yên dijî Misilmanan çêbûye û wiha axivî: "Lê em hemû dizanin ku ev reqam hê zêdetir in. Li gor lêkolîneke Fundamental Rights Agencyê ya çend sal berê, ji sûcên nefretê yên dijî Misilmanan jê bi tenê ji sedî 17 tên belgekirin."

Amîna Smîtsê jî behsa Îslamofîbiya sala 2020î ya li Hollandayê kir û got êdî baweriya Misilmanan li Hollandayê ji saziyên dewletê û hikûmetê ra nemaye.

Smîtsê got li gor hin daneyên lêkolînan gelek Misilmanên di saziyên dewletê da dixebitin ditirsin û wiha axivî: "Der barê karên xwe da ew ji hêla hikûmetê û hempîşeyên xwe yên ne Misilman in va hedef tên girtin û tên dexmekirin. Dema kesek Îslamafobiyê bike ew nayên sûcdarkirin û ji wan ra dibêjin ew kesên tenê ne, derûniya wan xirab e. Yanê di êrîşên dijî Misilmanan da gelek caran êrîşkar xwedî pirsgirêkên derûnî ne."

Dr. Amanî Hassaniyê ji Zanîngeha Keeleyê jî got Rapora Îslamafobiyê ya Ewropayê ya 2020î tenê ne xebateke der barê êrîşên Îslamofobîkê da ye û wiha dewam kir: "Ev dijî nijadperestiya bilez zêde dibe jî seferberiyek e û hewl dide dijî dijminatiya biyaniyan jî kampanyayekî bide destpêkirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE