Bi vîdeoyan ders dide

Resman çêdike û videoyên wan ji kursiyeyaran re dişîne

Bi vîdeoyan ders dide

Ji ber şewba koronayê kursa resman a şaredariya Gaziantepê jî hat girtin. Lê mamosteyê resman dilbas berazî navber neda. Hunermendê jêhatî bi vîdeoyên ku dikşîne ders dide kursiyerên xwe.

Ressam Dilbas Beraziyê Sûriyeyiyî jî wekî hezaran ji ber şerê navxweyî xwe spart Türkiyeyê. Berazî ev 15 sal in li Gaziantepê dijî.

Hunermendê jêhatî beriya şewba koronayê li şaredariya bajarê mezin kursa çêkirina resman dida.

Ji ber şewba koronayê kurs hatin girtin lê ew nesekinî. Berazî niha bi teknolojiyê xwe digihîne şagirtên xwe. Dema risman çêdike dikşîne vîdeoyê û ji kursiyeran re dişîne.

Hunermend Berazî hesreta ji bo axa xwe jî bi resmên çem û darên Serê Kaniyê nîşan dide.

Bi saya van vîdeoyan, elaqeya ji bo resman zêde bûye û her roj şagirtên nû tevlî koma wî dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE