Biden bi Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos ra li Qesra Spî hevdîtin kir

Biden bi Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos ra li Qesra Spî hevdîtin kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî bi Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos û heyeta pê ra hevdîtin kir.

Patrîk Bartholomeos piştî hevdîtina ku bêyî çapemeniyê kir, daxuyanî da rojnamegerên li Qesra Spî.

Patrîk Bartholomeos destnîşan kir ku wî bi Biden ra hevdîtineke pir erênî kir û wiha dewam kir, "Papa Franciscus, Serpîskoposiya Dêrên Îngiliz, pêşengên dîn ên Misilman û Cihû û me li hemû dinyayê hewildanek da destpêkirin ku her kes aşî bibe. Birêz Serok Biden jî seba vê teşebisê kêfxweş bû."

Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Hasan Murat Mercan duh seba Patrîk Bartholomeos xwarin dabû û Patrîk Bartholomeos paşê bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken ra hevdîtin kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE