Serokê Amerîkayê Joe Biden dê 19ê Sibatê roja înê beşdarî G7 zîrveya serokan a ku dê online were lidarxistin, bibe.
Di daxuyaniya Qesra Spî da hat destnîşankirin, di G7 zîrveya serokan ku ji nîsana sala çûyî û heta niha dê cara ewil were lidarxistin da Biden dê li ser têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û jinûva avakirina aboriya kurewî raweste.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Biden dê di zîrveyê da li ser hevkariya hilberîn, belavkirin û bîterkirina aşiya Kovîd-19ê û her wiha damezirandina fînansmanên tenduristiyê yên dijî tehdîda nexweşiyên şewbê hûr bibe. Hat diyarkirin, astengiyên aboriyê yên ku Çîn dibe sedem û krîza avûhewayê ya kurewî jî dê di rojeva Biden da bin.
AA