Biden diyar kir ew mizakereyên li Tirkiyeyê û gavên Rûsyayê dişopînin

Biden diyar kir ew mizakereyên li Tirkiyeyê û gavên Rûsyayê dişopînin

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, ew mizakereyên heyetên Rûsya û Ukraynayê yên li Tirkiyeyê dinihêrin û her wiha ew ê gavên Rûsyayê yên ji niha û şûnda bişopînin.

Biden piştî hevdîtina xwe ya digel Serokwezîrê Sîngapurê Lee Hsien Loong a li Qesra Spî, civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civînê da ji bo pirsa rojnamegerekî ya "Nêrîna we ya ji bo daxuyaniya Rûsyayê ya ku dê îro li Kîev û bajarekî din ê li bakurê Ukraynayê eskerên xwe kêm bike çi ye? Gelo bi we dawiya şer êdî nêzîk e? An jî Rûsya ji bo verastkirina hewlên xwe yên eskerî dixwaze maweyê bi dest bixe?" Biden wiha axivî:

"Heya çalakiyên wê (Rûsya) nebînim nikarim tiştekî bêjim. Em ê bibînin dê ka gotina xwe bikin an na. Îro li Tirkiyeyê mizakere çêbûn. Min jî digel serokên Fransa, Alman û Îngiltereyê ku hevkarên me yên NATOyê ne xeberda. Ew fikra hevbeş heye ka bira were dîtin ku pêşniyaza Rûsyayê çi ye."

Biden got, ji aliyekî va ew gavên Rûsyayê temaşe dikin û ji aliyekî va jî mueyîdeyên dijî Rûsyayê û alîkariyên berevaniyê yên ji bo Ukraynayê dê bidomin û wiha got, "Em geşedanên rû didin ji nêz va dişopînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE