Biden piştî wezîfeyê ewilî bi Serokwezîrê Kanadayê Trudeau ra axivî

Bîden di nav lîderên biyanî da ji ser têlefonê ewilî bi Serokwezîrê Kanadayê Trudeau ra axivî

Biden piştî wezîfeyê  ewilî bi Serokwezîrê Kanadayê Trudeau ra axivî

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden piştî ku dest bi wezîfeyê kir di nav lîderên biyanî da ji ser têlefonê ewilî bi Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ra axivî.

Di daxuyaniya Qesra Spî weşand da hat gotin ku Bidenê di 20ê Rêbendanê da sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, di nav lîderên biyanî da ji ser têlefonê ewilî bi Trudeau ra xeberda.

Hat gotin ku di hevdîtinê da li ser girîngiya stratejîk a têkiliya di navbera Amerîka û Kanadayê da hat sekinîn û ji bo xurtkirina têkiliyên di qada têkoşîna dijî Kovîd-19ê, aborî û parastinê da bal kişandin ser hevkariya dualî.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku herdu lîderan ji bo domandina hevkariyê li hev kir ku wê di nav mehekê da careke din bi hev ra xeberbidin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE