Biden qedexeya geştê ya Kovîd-19ê dê bidomîne

Biden, qedexeya geştê ya Kovîd-19ê ku Trump rakir dê bidomîne

Biden qedexeya geştê ya Kovîd-19ê dê bidomîne

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden dijî birayara Serok Donald Trump a bidawîkirina qedexeya geştê ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) dijî hin welatên Ewropayê û Brezîlyayê dihat sepandin derket û eşkere kir rêveberiya wî dê qedexeyên navborî bidomîne.

Jen Psaki ku ji hêla Biden wekî Berdevkê Qesra Spî hat hilbijartin, ji ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand, "Di çarçoveya pêşniyaza ekîba tenduristiyê da ew niyeta rêveberiyê tuneye ku sînordarkirinan (yên geştê) di 26ê Rêbendanê da bi dawî bike, bereksê wê ji bo belavnebûna Kovîd-19ê em plan dikin ku tedbîrên ji bo tenduristiya gel yên di warê geştên navneteweyî da zêdetir bikin."

Trump ragihandibû, qedexeya geştê ya ku Adara 2020î ji bo kesên ku ji welatên Ewropayê yên li herêma Şengenê û her wisa Îngiltere, Îrlanda û Brezîlyayê diçin Amerîkayê hatibû cîbicîkirin dê 26ê Rêbendanê da rabe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE