Joe Bidenê ku weke serokê DYAyê hat hilbijartin, li pêşberî kamêrayan vaksîna cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku Pfizer û BioNTechê geşe dabûyê, li xwe xist.
Biden li nexweşxaneyeke li eyaleta Delawareyê vaksîna Kovîd-19ê li xwe xist.
Jo Biden destnîşan kir ku bi mebesta pêbaweriya gel bi vaksînê, ev gav avêtiye û got, "Tiştekî ku hûn jê bitirsin tune ye."
Cîgirê Serokê DYAyê Mike Pence roja îniyê li pêşberî kamêrayan vaksîna Kovîd-19ê li xwe xistibû.
Ji aliyekî din ve nayê zanîn ka dê Serokê DYAyê Donald Trump kengî vaksînê li xwe bixe.AA