Biden û Zelenskiy bi têlefonê li ser rewşa dawîn a li Ukraynayê axivîn

Her du serok li ser mizakereyên ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da dewam dikin jî sekinîn

Biden û Zelenskiy bi têlefonê li ser rewşa dawîn a li Ukraynayê axivîn

 Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy li ser rewşa dawîn a li Ukraynayê axivîn bi têlefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî, Biden di axaftinê da destnîşan kir, ji bo Rûsya ji ber êrîşkariya xwe ya li dijî Ukraynayê zêdetir were tengavkirin, çalakî û xebatên Amerîka û mitefîqên wê dewam dikin.

Di axaftinê da hat gotin ku bi taybetî li Rûsyayê sekinandina xizmetên Visa û Mastercardê, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, hat destnîşankirin ku rêvebiriya Biden ji bo Ukraynayê alîkariya ewlehî, însanî û aborî zêde kir û ji bo ku fînansmana zêdetir were terxankirin bi Kongreyê ra xebat dewam dikin.

Her du serok li ser mizakereyên ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da dewam dikin jî sekinîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE