Bihar hat Efrînê. Bi hatina biharê re jî karûbarên cotkariyê zêde bûn. Gelek kes ji bo çandiniyê li zevî, baxçe û erdên xwe dişuxilin.
Kulîlkên sêvan vebûn, darên zeytûn û hinaran şîn bûn.
Kar û barê cotkaran dest pê kir.
Îsal jî bihar hat herêma Efrînê.
Bi hatine biharê re gelek kesan ji bo xebatê berê xwe da zevî, bostan û erdan.
Hin kes zeviyên xwe av didin, hin kes erdên xwe radikin, hin kes jî bexçeyên xwe paqij dikin.
Efrîn bajarê çandiniyê ye.
Li herêmê hema bêje debara her kesî li ser çandiniyê ye.