“Bilbilê Şoreşa Sûriyê”

Ebdûl Basît Sarut di êrîşên rejîmê de jiyana xwe ji dest da.

“Bilbilê Şoreşa Sûriyê”

Wek Bilbillê Şoreşa Sûriyê dihat binavkirin Ebdul Basît Sarut… Sarut, ji bajarê hûmûsa Sûriyê bû. Di destpêka şoreşê de 4 bira û bavê wî ji aliyê rejîma Esed ve hatİn kuştİn. Qedera wî jî wekî ya bav û birayên xwe lê hat. Sarut, doh di erîşên rejîma Esed de li bajarê Îdiıbê jiyana xwe ji dest da.

Ebdul Basit Sarut, ji bajarê Hûmûsa Sûriyê bû. Di destpêka şoreşa Sûriyê de birayê xwe yê herî mezin Welîd, pişt re him bavê xwe him jî 3 birayên xwe yên din jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê erîşên hovane yên rejîma Esed ve hatin qetilkirin. Lê ji ser şerê navxweyî yê Sûriyê re zêdetirî 8 sal derbas bûn.

Çarenûsa Ebdul Basit Sarut jî wekî ya bira û bavê wî lê hat.

Doh li bajarê Îdlibê di erîşên rejîma Esed de hat qetilkirin.

Ebdul Basit Sarut wek bilbilê şoreşa Sûriyê dihat binavkirin.

Li ser şoreş, bihevrebûn û li dijî rejîma esed gelek stran nivîsandin û gotin.

Mirina sembol û bilbilê şoreşê Ebdul Basit li ser medyaya civakî jî gelek deng veda.07.den sonrasi

Li hin cihan ji bo Ebdul Basit Qur’an hat xwendin û nimêj hat kirin.

Cinazeyê bilbilê şoreşê li nexweşxaneya Reyhanliya Hatayê hat şandin memleketê wî Sûriyê.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE