"Bira welatên Ewropayê terorîstên DEAŞî bidarizînin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Em ji Îngiltere, Fransa, Almanya û mitefîqên din ên Ewropayî dixwazin ku bira 800 milîtanên DEAŞê yên ku me li Sûriyeyê girtin, teslîm hildin û bidarizînin."

"Bira welatên Ewropayê terorîstên DEAŞî bidarizînin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump bangî welatên Ewropayê kir ku milîtanên DEAŞa rêxistina terorê yên bi eslê xwe ji Ewropayê ne û li sûriyeyê hatine girtin, teslîm hildin û bidarizînin, heke na ew ê mecbûrî terorîstan berde.

Trump li ser Twitterê der heqê terorîstên DEAŞî yên ku li Sûriyeyê bi dest xistin da daxuyanî da.

Trump di parvekirina xwe da wiha got, "Em ji Îngiltere, Fransa, Almanya û mitefîqên din ên Ewropayî dixwazin ku bira 800 milîtanên DEAŞê yên ku me li Sûriyeyê girtin, teslîm hildin û bidarizînin. DEAŞ li ber têkçûnê ye. Alternatîfa din a ku nexweş e jî bi mecbûrî berdana wan e."

Trump diyar kir, weke ku tê gotin ew naxwazin terorîstên DEAŞî derbasî Ewropayê bibin û wiha dewam kir, "Me gelek tişt kir, me pir (pere) xerc kir. Êdî dema gavavêtina hinekên din e. Piştî ku DEAŞ ji sedî 100 têk biçe em vedikişin."

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE