"Biryara girtina Geliyê Hurmuzê di însiyatîfa artêş da ye"

Li ser pirsa dibêje "Amerîka îxraca petrolê ya Îranê dixe hedef gelo li dijî vê Geliyê Humruzê ew ê were girtin an na" Zerîf got, "Ez ji bo rêyên eskerî fikra xwe nabêjim. Di vê mijarê da dibê artêş biryarê bide."

"Biryara girtina Geliyê Hurmuzê di însiyatîfa artêş da ye"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku biryara girtina Geliyê Hurmuzê di destê Wezareta Karên Derva da nîne di însiyatîfa artêşê da ye.

Zerîfê ku ji bo beşdarî Roja Dîplomasiyê ya ji bo Aştî û Piralîtiyê ya Navneteweyî bibe hat New Yorkê li vê derê daxuyanî da IRNAya ajansa fermî ya Îranê.

Li ser pirsa dibêje "Amerîka îxraca petrolê ya Îranê dixe hedef gelo li dijî vê Geliyê Humruzê ew ê were girtin an na" Zerîf got, "Ez ji bo rêyên eskerî fikra xwe nabêjim. Di vê mijarê da dibê artêş biryarê bide."

Zerîf axaftina xwe wiha domand, "Me got ku Îran ew ê îstiqrar û berjewendiyên herêmî biparêze. Pêşketina aboriyê û îstiqrara herêmî ji bo hemû aliyan lazim e. Îran parastina îstiqrara herêmê dixwaze û îstiqrar ji her kesî ra lazim dike." 

Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê wekî mayîn got ku sedema bêîstiqrariyê ya herêmê Amerîka ye.

Rêveberiya Washîngtonê yek alî ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû çêkirin vekişyabû û di 7ê tebaxa 2018an da paketiya mueyîdeyên li ser Îranê eşkere kiribû. Amerîkayê pakêta mueyîdeyan an duyan jî di 5ê mijdara 2018an da xistibû rewacê.

Amerîkayê di wê dîrokê da ji bo 8 welatên Tirkiye jî tev e 180 roj destûr dabû ku îdxalata petrolê bikin.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE