Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric daxuyand bicihkirina eskerên hêzên aştiyê yên NYyê û polêsên navneteweyî heta 30yê Hezîranê hat rawestandin.
Dujarric got eskerên niha jixwe hatine bicihkirin ji ber şewba vîrusa koronayê wê li cihên ku lê ne neyên leqandin.
Ji 100 hezarî zêdetir sivîl û 13 mîsyonên hêza aştiyê yên eskerî yên Neteweyên Yekbûyî li Rojhilata Navîn, Afrîka, Qibrîs û herêmên din wezîfedar in.