Biryara sosret a Emerîkayê

Ji bo Wezîrê Edaletê û yê Karên Navxweyî biryara kirdariyê hat dayîn

Biryara sosret a Emerîkayê

Emerîka di van rojan de li pey hev biryarên sosret dide. Qesra Spî ji bo Tirkiyeyê biryara kirdariyê wergirt. Hat eşkerekirin ku dê li dijî Wezîrê Edaletê û yê Karên Navxweyî Kirdarî were kirin. piştî vê biryara sosret Senatoya Emerîkayê jî li dijî Tirkiyeyê biryarek da. Senatoya Emerîkayê budçeya parastinê ya sala 2018an ya ku biryara kirdariyên derbarê f-35an de jî dihewîne, li ber 10 dengan bi 87 dengî erê kir û ji bo imzeyê şand qesra spî. 

Emerîkayê li pey hev biryarên sosret dan.

Rêveberiya Emerîkayê di meseleya Keşe Brunson de di şûna ku rêz ji biryara darazê re bigre li dijî Tirkiyê biryara kirdariyê da.

Hat eşkerekirin ku dê li dijî Wezîrê Edaletê Abdülhamit Gül û Wezîrê Karên Naxweyî Süleyman Soylu kirdarî were kirin.

Biryara  kirdariyê ya li dijî Tirkiyeyê ji aliyê berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê ve hat eşkerekirin.

Sandersê diyar kir ku ji ber krîza Keşe Brunson dê li dijî Wezîrê Karên Navxweyî û yê Edaletê kirdarî were sepandin.

Sandersê ji bo hinceta biryara li dijî her du wezîran de îdia kir ku ew di girtina Brunson de xwedî rol in.

Piştî biryara kirdariyê biryareke sosret a din jî hat dayîn.

Senatoya Emerîkayê budçeya parastinê ya sala 2018an ya ku teslîmkirina balafirên şer ên F-35ê dereng dihêle li ber 10 dengan bi 87 dengî qebûl kir.

Qanûn ji bo erêkirinê hat şandin Qesra Spî.

Heke ev budçeya ku tê de kirdarî hene, ji aliyê Trump ve were erêkirin, dê bikeve meriyetê.

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2018, 13:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE