Biryarnameya platformên medyaya civakî: Trump îro dê îmze bike

McEnanyê piştî tehdîda Trump a der barê di serî da Twitter "girtina" hin platformên medyaya civakî da pirsên rojnamevanan ên ji bo pêngavên ku dê bên avêtin bersivand.

Biryarnameya platformên medyaya civakî: Trump îro dê îmze bike

Berdevka Qesra Spî Kayleigh McEnanyê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja pêncşemê der barê platformên medyaya civakî da biryarnameyekê îmze bike. 

McEnanyê piştî tehdîda Trump a der barê di serî da Twitter "girtina" hin platformên medyaya civakî da pirsên rojnamevanan ên ji bo pêngavên ku dê bên avêtin bersivand.

McEnanyê diyar kir ku Trump dê roja pêcşemê der barê medyaya civakî da biryarnameyekê îmze bike lêbelê der barê naveroka biryarnameyê da tu agahî nedan.

- Di navbera Trump û Twitterê da nîqaşa "piştraskirina agahiyê"

Twitter di rojên dawîn da ji bo ku pêşî li dezenformasyona li ser platformên medyaya civakî bigire roja sêşemê etîketa "piştrastkirina agahiyê" ya ku li bin hin parvekirinan zêde dike ji bo tweetên ku Trump der barê "dengdayîna ji dûr va" ya li eyaleta Calîfornîayê avêt jî tetbîq kiribû.

Piştî ku hişyariya navborî bû rojev Trump der barê bûyerê da ji ser Twitterê daxuyanî dabû û Twitterê bi "hewldana midaxelekirina hilbijartinên di 3yê sermawezê da" û "sînordarkirina azadiya gotinê" sûcdar kiribû.

Trump di parvekirina xwe ya roja çarşemê ya li ser Twitterê da jî gotibû ku "Komarparêz hîs dikin ku platformên medyaya civakî hewl didin ku dengên mihafazakar bidin sekinandin. Em ê destûrê nedin ku ev çêbe em ê dijî van platforman an verastkirinên hêzdar bi kar bînin yan jî van bigirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE