Bîlançoya bûyerên li Îranê

Zêdetirî 82 milyon dolar zirara madî li bankayan ketiye

Bîlançoya bûyerên li Îranê

Li Îranê piştî ku bihayê benzînê 3 qat zêde bû ev demeke dirêj e prostesto pêk tên. Bîlançoya prostestoyan jî diyar bû. Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku xisara gihiştiye bankan ji 82 milyon dolarî zêdetir e. Lêbelê derbarê hejmara miriyan de tu daxuyanî nehat dayîn.

Li Îranê di 15ê Mijdarê de bihayê benzînê di şevekê de 3 qat zêde bû.

Gelê Îranê yê ku ji ber krîza aboriyê bêzar bûye daket kolanan.

Rêveberiya Îranê piştî bûyeran bîlançoya xisara madî eşkere kir.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Rahmanî Fazla da zanîn ku di bûyeran de 731 bankan zirar dîtiye.

Hinek ji wan bi temamî xira bûne, hinek jî tenê cam û tabelayên wan şikestine.

Di bûyeran de gelek benzînxane jî hatin şewitandin.

Hat ragihandin ji bo restorekirina bankan û xisara wan bi qasî 82 milyon dolarî budçe hewce ye.

Rêveberiya Tehranê xisara madî yek bi yek eşkere kir, lê behsa mirî û birîndaran nekir.

Rêxistinên navneteweyî derbarê vê mijarê de daxuyanî dan.

Tevî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî gelek rêxistinên mafên mirovan eşkere kirin ku zêdetirî 140 kes mirine, nêzî 7 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan dibêje rayedarên Îranê bi qest hejmara xwepêşanderên mirîe eşkere nekirye.

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE