Bîlançoya li Libyayê giran dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku di pevçûnên li Trablusa paytextê Lîbyayê da heta niha herî kêm 205 kes hatin kuştin û 913 kes jî birîndar bûn

Bîlançoya li Libyayê giran dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand ku di pevçûnên li Trablusa paytextê Lîbyayê da jimara kuştiyan derket 205 kesî.

Li gor daxuyaniya ku ji ser hesabê Mîsyona Libyayê ya RTDê hat dayîn, li ser bûyerên ku di 4ê nîsanê da li paytext Trablusê derketin û General Xelîfe Hafter xwest paytextê bi dest bixe heta 205 kes hatin kuştin û 913 kes jî birîndar bûn.

- Ji 18 hezarî zêdetir merivî ji herêmê koç kir

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber pevçûna ji herêmê heta niha ji 18 hezarî zêdetir kes ji war û ciyên xwe bûn.

Berdevkê RTDyê Tarik Jasarevîç roja sêşemê daxuyanî da û got di pevçûnan da 174 kes hatine kuştin û 756 kes jî birîndar bûne.

Pêşengê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo ku paytext Trablusê bi dest bixe di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû û li ser vê yekîneyên UMHyê jî operasyona "Burqan el-Xadabê" dabûn destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE