Bîlançoya qezayê ya tetbîqata behrê ya li Îranê: 19 kuştî

Li Îranê duh wexta ku tetbîqata behêr dihat kirin, qeza çêbû û hat ragihandin ku di qezayê da 19 kesan can da, 15 kes birîndar bûn.

Bîlançoya qezayê ya tetbîqata behrê ya li Îranê: 19 kuştî

Li gor IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Ofîsa Têkiliyên Gel a Fermandariya Hêzên Behrê ya Îranê daxuyand, duh wexta ku li Korfeza Besrayê tetbîqata behrê dihat kirin, ji ber firkateyna destekê ya keştiya şer a Konarekê qeza çêbû û 19 kesan di qezayê da can da, 15 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku keştiya şer a Koranekê kişandin îskeleyê, derbarê hûrgiliyên bûyerê da agahî nehat dayîn.

Medyaya Îranê daxuyandibû ku sîtola Îranê li Korfeza Besra di tetbîqatê da bi şaşî li keştiyeke şer a welêt xist û bi dehan kes hatin kuştin. Artêşa Îranê serê sibê ragihandibû ku duh wexta tetbîqata behrê hat kirin, ji ber firkateyna destekê ya keştiya şer a Konarekê, wek qeza bûyerek çêbû û kesekî can da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE