Blinken der heqê Ukraynayê da bi Stoltenberg û Rau ra axivî

Blinken der heqê Ukraynayê da bi Stoltenberg û Rau ra axivî

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Wezîrê Karên Derva yê Polonyayê Zbigniew Rau ra der heqê rewşa dawîn a şêrê Rûsya-Ukraynayê da axivî.

Wezareta Karên Derva daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Blinken berî lutkeya NATOyê ku sibê wê bê kirin bi Stoltengberg ra geşedan nirxandin.

Di mijara êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê da herdu kesan jî xwesrt ku bila tifaqa NATOyê bi yek dengî û hay ji hev hebe tevbigerin û li ser mijara ku bila alîkariyên mirovahî bileztir bigihêjin Ukraynayê jî sekinîn.

Blinken û Rau li ser mijarên şerê Ukraynayê û serdana Serokê Amerîkayê Joe Bîden a Polonyayê axivîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE